Li Portugalê du endamên DAIŞê yên Iraqî hatin desteserkirin

Polîsê Portugal ragihand; du welatiyên Iraqê ku guman tê kirin endamên rêxistina DAIŞê bin, li Lisbonê hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsê Portugal ragihand; du welatiyên Iraqê ku guman tê kirin endamên rêxistina DAIŞê bin, li Lisbonê hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku ew du welatiyên Iraqê ku ji sala 2017an ve li Portugalê weke penaber niştecî ne, temenên wan 34 û 32 salî ne, beriya niha bi DAIŞê re xebitine.

Ew her du iraqî li Ewropayê di çarçoveya wergirtina penaberan de li Yewnanistanê navê xwe nivîsandine û piştre li Portugalê mafê penaberiyê ji wan re hatiye dayîn.

DAIŞ piştî ku beşeke mezin a axa Iraq û Sûriyê li ber destê wê bû, di sala 2017an de têk çû, lê belê şaneyên wê yên razayî li deverên biyaban û çiyayî mane û êrîşên xwe li van her du welatan encam didin.