Îro piştî nimêja Înê hikûmeta nû ya Efxanistanê tê ragihandin

Mela Ebdulxenî Birader serkirdetiya hikûmeta nû ya Efxanistanê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro piştî nimêja Înê hikûmeta Efxanistanê tê ragihandin, Mela Ebdulxenî Birader serkirdetiya hikûmeta nû ya wî welatî dike.

Ajansa Reutersê ragihand; Mihemed Yeqûb kurê Mela Umerê damezrînerê Tevgera Talîbanê û Şêr Mihemed Ebas meqamên payebilind ji hikûmeta Talîbanê werdigrin.

Herwiha ragihand ku Mela Ebdulxenî Birader ku Serokê Polîtburoya Talîbanê ye, weke Serokê Hikûmeta Efxanistanê îro dê dest bi kar bike.