Qeter ji bo Balafirgeha Kabulê bi Talîbanê re dicive

Tirkiye jî ji bo birêvebirina kar û xebatên teknîkî yên Balafirgeha Kabulê yek ji dewletên namzet e.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Piştî vekişîna hêzên Amerîkî, yekem balafir gihişte Balafirgeha Kabula di bin kontrola Talîbanê de. Hat ragihandin ku balafir, şandeyek ji Qeterê yeke teknîkî ji bo çêkirina balafirgehê biriye Kabulê. Tirkiye jî ji bo birêvebirina kar û xebatên teknîkî yên Balafirgeha Kabulê yek ji ewletên namzet e. Beşek ji şarezayên babetê dibêjin rêveberiya Balafirgeha Kabulê Tirkiye û Qeter dê bi hev re birêve bibin.

Piştî bidestxistina kontrola Efxanistanê ji aliyê Talîban ve di çarçoveya nîqaşên Balafirgeha Kabulê de yekem pêngav hate avêtin. Çavkaniyên dîplomatîk yên Qeterî ragihandin ku wan li ser daxwaza Talîban, şandeyek teknîkî bo sererastkirina balafirgehê şandiye Balafirgeha Kabulê. Beriya niha Enqerê jî daxwaza xwe ya birêvebirina balafirgehê anîbû rojevê, herwiha ragihandibû ku ew bi Talîban re di nav danûstandinan de ne. Beşek ji şarezayên babetê geşedanên dawîn wiha dinirxînin.

Şarezayê Efxanistanê Rahîmullah Karzam ji K24ê re diyar kir: “Rêvebirina Balafirgeha Kabulê girîng e, ji ber ku alîkariyên mirovî bo rawestandina pêla penaberan jî, dê di rojên pêşîn de bi rêya wê balafirgehê werin kirin. Niha kîjan dewlet ew berpirsyariyê bidest bixe dê di pêwendiyên navbera dewletên Rojavayî û Efxanistanê de bibe xwediyê roleke girîng.”

Li aliyê din beşek ji şarezayên babetê jî dibêjin ji xwe heger Qeter rolek teknîkî di Balafirgeha Kabulê de bilîze dê bi Tirkiyê re bixebite.

Şîrovekarê Siyasî Prof. Dr. Hasan Oktay diyar kir: “Tirkiye dixwaze li Balafirgeha Kabulê rolekê bilîze, lê belê hin nigeraniyên Tirkiyê hene ku li pêşiya avêtina pêngavên eşkere radiwestin. Helwêsta qada navneteweyî di wî warî de gelek girîng e. Bi awayekî rasterast karkirina bi Talîbanê re dibe ku ji bo Tirkiyê di rojên pêşîn de bibe kêşe, ji loma navbeynkariya Qeterê dê bo Tirkiyê baştir bibe.”

Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman El Tanî ragihand ku di demek nêz de ew ji bo birêvebirina Balafirgeha Kabulê dê bi Talîbanê re dest bi hevkariyê bikin. Herwiha El Tanî got, ew dê di warê teknîkî de alîkariya Tirkiyê jî bixwazin.