Soylu: Lehiyan 3.5 milyar Lîre ziyan gihandiye Tirkiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxweyê Tirkiyeyê da xuyakirin, li Bartinê bi ziyanlêketiyên lehiyan re civiya.
Wezîrê Navxweyê Tirkiyeyê Suleyman Soylu da xuyakirin, lehiyan 3. 5 milyar lîre ziyan daye aboriya Tirkiyeyê û got, di heyama salekê de ewê bandorên ziyanan ji holê rakin.
Soylu got, ji lehiyan waneyên cidî derxistine û ji ber vê, êdî rê û pir û avahiyên saxlem ava dikin ku hember her cure karesatek bikaribin ber xwe bidin.