YNK bersiveke tund dide endamê Desteya Serokatiya PYDê

Jêderekî ji mekteba Ragihandinê ya YNKê bi tundî bersiva daxuyaniyeke endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Di daxuyaniyekê de ku medyaya fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) belav kiriye, tê de jêderekî ji mekteba Ragihandinê ya wê partiyê bi tundî bersiva daxuyaniyeke endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dide û bi gotina wî, wê berpirsê PYDê gotinên ne layîq arasteyî YNKê kirine.

Çavkaniyekê ji mekteba Ragihandinê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand:

Me bi xemgînî û heyraniyeke mezin daxuyaniyên endamekî Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şopand ku li dijî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû. ku tê de destwerdana eşkere û nayê qebûlkirin di karûbarên hundurîn ên Yekîtiya Niştimanî de tê kirin, Ewê ku dizane çi dadwer û çi gumanbar jî û di destpêkê de partiya xwediyê daxuyaniyê jî dizane ku ew qurbanî û fedkariyên ku YNKê pêşkêş dike û ne tenê ji bo doza kurd li Rojavayê Kurdistanê ye lê ji bo piştgiriya hemû Kurdistanê ku ew  jî li ser şopa pirensîpên serok Mam Celal e.

Destnîşanê birêz Aldar Xelîl û tawanbarkirinên nixumandî yên derbarê gumanê bi helwestên Yekîtiya Niştimanî de bêrûmetî, bê astî û ne layîq e. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ne partiyek e ku li gor fişarên herêmî û nerînên kesane helwestên xwe yên stratejîk biguhezine .

Li şûna destpêkirina helwestên weha şaş û teşwîqker ên ku pêşve naçin û dereng nakevin, çêtir e ku birêz Aldar Xelîl û Partiya Yekîtiya Demokrat hêz û hewildanên xwe ji bo çareserkirina gelek pirsgirêk û kêşeyên hebûnî yên ku li ser gelê me û herêmên wan ên Kurdî hene  li Sûriyê xerc bikin û destwerdana neyînî li karûbarên partiyên din ên kurdî neke.