Şam: Kurd dikarin zimanê xwe li dibistanan bixwînin

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Sûriyê radigihîne, Em wek her zimanekî din ên Sûriyê, şanaziyê bi zimanê Kurdî dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê radigihîne, Kurd dikarin zimanê xwe bixwînin û ew wek her zimanekî din ên Sûriyê jî, şanaziyê bi zimanê Kurdî dikin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Darim Tebaa di hevpeyvînekê bi rojnameya “alwatan.sy” re ragihand, ji ber rewşa şer û pandemiyê, hin astengî li pêş destpêkirina werzê nû yê perwedeyê hene, lê tevî wê Wezareta Perwerdeyê amadekariyan ji bo pêşwazîkirina zêdetir ji 4 milyon xwedekar dike.

Derbarê herêmên ku li derveyî kontrola hikûmeta Sûriyê ne, Wezîrê Perwerdeyê got, li gor destûrê hemû dibistanên Sûriyê ser bi dewleta Sûrî ve ne û sîstema perwerdehiyê li seranserî Sûriyê jî, sîstema niştimanî ye û ti kes nikare sîstemeke din bisepîne.

Destnîşan kir jî: “Li gor hemû yasayên navdewletî û mafên mirovan, divê zarok dûrî nakokiyên siyasî bin, ji ber wê em hewl didin sîstemeke perwerdeyê ya niştimanî cibicî bikin.”

Derbarê zimanê Kurdî de Wezîrê Perwerdeyê got: “Divê hemû dibistan ji bo hikûmeta Sûriyê werin radestkirin, divê hemû mamoste jî vegerin sîstema perwerdeyê ya hikûmetê. Eger daxwaz ji bo fêrbûna zimanê Kurdî hebe, birayên Kurd dikarin fêrî Kurdî bibin û wek zimanên din ên wek Aşûrî û Çerkesî, dikarin di hefteyê de 2 demjimêran bixwînin, ev yek mafekî rewa ye û em şanaziyê bi zimanê Kurdî û hemû zimanên din ên li Sûriyê dikin.”

Wezîrê Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûriyê tekez kir, fêrbûna zimanê Kurdî bandorê li aliyê niştimanî yê proseya perwerdeyê nake.

Di serdemên hikûmetên Sûriyê de, bi taybet ji dema ku Partiya Beis a Sosyalîst a Ereb desthilatdariya Sûriyê girt destê xwe, axaftin û hînkirina zimanê kurdî qedexe bû, ji bilî wê jî gelek siyasetên awarte yên înkarkirin û pişaftinê li dijî Kurdan li Sûriyê pêk anîn.

Piştî derketina krîza Sûriyê di sala 2011an de û ragihadina Rêveberiya Xweser di sala 2013an de, Rêveberiyê perwerdeya bi zimanê Kurdî derbasî sîstema perwerdehiyê li herêmên Rojavayê Kurdistanê kir.