Bi narincokekê êrîş li nivîsgeha ENKSê ya li Dirbêsiyê hat kirin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê dibêje, grûpeke ser bi PYDê ve bi wê êrîşê tometbar dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpekê narincokek avêt ser nivîsgeha Encûmena Nişitimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li bajarokê Dirbêsiyê, endamekî Desteya Serokatiya ENKSê dibêje, ew grûpê ser bi PYDê ve ye.

Endamê Desteya Seroka ENKSê Silêman Oso li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, “Îro danê berbangê grûpeke ser bi PYDê ve narincokek avêt ser nivîsgeha ENKSê ya li Dirbêsiyê ku bû sedema şikastina kelûpelên nivîsgehê.”

Silêman Oso got jî: “Dirbêsiyê dê bi partî û eşîreyên xwe re berxwedana xwe bidomîne û ji van kiryarên terorîstî yên tirsonek natirse.”

Ev di demekê de ye, roja 24ê Tebaxa borî baregeha Rêxistina Amûde ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) hat şewitandin, PDK-Sê jî di daxuyaniyekê de alîgirên PYDê bi wê êrîşê tometbar kir.

Di çend salên borî de, gelek caran nivîsgehên PDK-Sê û ENKSê li Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşan tîn, berpirsên PDK-Sê û ENKSê jî, rêxistinên ser bi PYDê ve û bi taybet Tevgera Ciwanên Şoreşger bi wan êrîşan tometbar dikin.