Ji bo penaberan pergala transfera dowîzan tê dirustkirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Kompaniyeke ku bi şîrikatiya Kurd û Erebên penaber yên Sûrî yên piştî şerê navxweyî yê Sûriyê ji neçarî li Tirkiyê bi cih dibin, hatiye damezrandin. Ev kompanî di warê fînansî de taybet bo asankirina transfera pareyan di navbera penaberan de pêngavên mezin pêk tîne. Kompaniya ku zêdetirî li 50 welatên cîhanê pêywendiyên bazirganiyê sazkiriye, di heman demê de dizwaze li Kurdistanê jî di warê çandiniyê de hin projeyan çêbike da ku derbarê penaberên Surî de barê herêma Kurdistanê jî siviktir bibe.

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê bi milyonan kes ji welatê xwe koç kir û li gelek welatên biyanî bûn penaber. Hinekan xwe bi hûnerê ve girt hinekan jî bi karê bazirganî û fînansê ve… Komek karsazên Kurd û Ereb yên ji Sûriyê, li Tirkiyê zêdetirî 4 salan e xebatên fînansî dikin û bi giranî jî penaberên Sûrî di nava xwe de didin xebatê. Avakarê vê kompaniya navdewletî jî Kurdekî ji Qamişloyê Mihemed Mistefa ye. Ji aliyê xwediyên kompaniyê ve bo hevnasînê û agahdariya raya giştî li ser projeyên fînansî ku di qada navdewletî de pêk anîne, şevek saz hat kirin. Di vê şevê de ligel hin aliyên siyasî gelek karsaz û kesayetên Kurd û Ereb jî amade bûn. Xwediyê kompaniyê Mihemed Mistefa ji bo Kurdistan 24ê axivî û diyar kir; xaka Kurdistanê ji bo çandiniyê wekî bihûştekê ye. Ew dixwazin wek kompanî li vê derê hin projeyan çêkin da karibin barê penaberan jî ji ser milê Kurdistanê sivik bikin û wan bidin nava xebatê.

Xwediyê Kompaniyê Mihemed Mistefa ji K24ê re got: “Plana me ew e; em herin wê derê meselê pir girêdayîye bi çandiniyê ve. 2-3 sebep hene. Yek jê, ava Kurdistanê heye, ya din xaka Kurdistanê ji bo çandiniyê gelekî baş e, ya dawîn jî hê ji bo van karan rê vekiriye û fersend heye. Li Kurdistanê jî wê tengasiyên xwarinê û çandiniyê jî kêm bibin. Meselek din de zibilê me organik e. Febrîqeya me li Rihayê ye û nêzîkî hêrêma Kurdistanê ye em dikarin bi rehetî veguhêzin wê derê. Û di pêşerojê de jî dema li wir ajel, yanî çêlek, pez pir hebin, em dikarin ji rîxê wan jî zibilê xwezayî çêkin febrîqeyekê jî çêkin û karê xwe bikin.”

Ji karên transfera dowîzan bigirin heta bi, emlak, otel, çandinî, teknolojî û zêrfiroşiyê bi dehan beşên fînans û bazirganiyê ev kompanî di nava xwe de dihewîne. Yek ji şirîkên Ereb yê kompaniyê Mahmud Salih jî dibêje; wan pergaleke fînansî damzrandiye ku penaberên Sûrî çi Kurd û Ereb karibin di nava hev de transfera dowîzan bikin.

Şirîkê Kompaniyê Mahmud Salih dibêje: “Niha projeya me heye ya online ji bo şandina pereyan. Bi taybetî ev proje ji bo penaberan gelekî baş e. Wek hûn jî dizanin ji Ewrûpayê şandina pereyan gelekî zehmet e. Lê bi vê bernameya me her penaberek li kîjan welatê cîhanê be jî dê karibe ji xizm û merivên xwe re pereyên biçûk bişîne ji sed dolaran heta 500 dolaran, bi rêya qanûnî û pergala fînansî. Nexwasim penaberên li Tirkiye, Sûrî Iraq û Kurdistanê jî dê sûdeke baş jê wergirin û jiyana wan dê hê asantir bibe.”

Herwiha di şeva ku çû serî de ligel hin rêxistinên siyasî yên Ereban ku di nava Opozisyona Sûriyê de cih digirin, ENKS jî bi şandeyekê beşdarî di şevê de kir û piştevaniya xwe bo wan karsazên Kurd ragihand.