Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a CHPê kir

Serok Barzanî: Qederê gelên navçeyê ew e ku li gel hevdû bijîn û zimanê înkarkirinê nehêlin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Îlona 2021ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) bi serokatiya Cîgirê Serokê wê Partiyê Oguz Kaan Salici kir.

Li gor malpera Serok Barzanî: “Di hevdîtinê de Cîgirê Partiya Komariya Gel ya Tirkiye silavên serokê partiya xwe bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser dîroka guhertinên navxwe yên Tirkiye ragihand ku demokratxwazî dibe sedemek ji bo pêşketina navçeyê û bi pêwîst zanî ku aliyên demokratiyên navçeyê peywendiyeke dostane li gel hevdû hebe ji bo pêkanîna dadperwerî û pêşketinê. Her wiha tekez jî li girîngî û bandora Herêma Kurdistanê ya li navçeyê û Iraqê da kir û xwazyarê ewe bû ku peywendiyên di navbera her du aliyan berfirehtir û kûrtir bibin.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mîhvan kir û ragihand ku qederê gelên navçeyê ew e ku li gel hevdû bijîn û baştirîn rê jî ji bo wê jiyanê, birayetî û aştî û çareserkirina kêşeyan û nehiştina zimanê înkarkirina beranber e. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku me hemû aliyek pêwîstî bi wê yekê heye sûd li ezmûn û şaşiyên berê werbigrîn û xizmeta aştî û pêkvejiyana di navbera gelan bikîn.

Pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê civînê bûn.

Hêjayî gotinê ye li vê hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreter û Zeîm Elî û Ce'fer Emînkî Endamên Mekteba Siyasî û Hoşyar Sîweylî Berpirsê Mekteba Navendiya Peywendiyên Derekiyên Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.”