Li Mexmûrê 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Êrîş li ser rêbendeke pişknînê ya artêşa Iraqê li gundê Lakce yê ser bi Mexmûrê ve hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê li nêzîkî Mexmûrê kir û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Çekdarên DAIŞê îro danê sibê êrîşî ser Firqeya 14 a artêşa Iraqê li nêzîkî Mexmûrê kir û di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên K24ê, êrîş li ser rêbendeke pişknînê ya artêşa Iraqê li gundê Lakce yê ser bi Mexmûrê ve hatiye kirin û çekdarên DAIŞê piştî êrîşê karîn birevin.

Ji ber hebûna valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi taybet piştî bûyerên 16ê Cotmehê, çekdarên DAIŞê li wan navçeyan xwe birêxistin kirine û car caran kiryarên teroristî pêk tînin.