Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa serdana Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell serdana Herêma Kurdistanê dike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, biryar e îro Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell serdana Iraqê bike û li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re bicive.
Herwiha biryar e jî Josep Borrell serdana Herêma Kurdistanê dike û li Hewlêrê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
Serdana Josep Borrell di demekê de ye, hilbijartinên Iraqê nêzîk bûye ku biryar e roja 10ê Cotmeha bê were kirin û Yekîtiya Ewropa dê çavdêran ji bo cavdêrîkirina proseya dengdanê bişîne.