Li Efrînê 4 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Gundê Behdîna - Efrîn
Gundê Behdîna - Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 kesên sivîl ji gundekî Efrînê revandin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa bi navê Polîsa leşkerî roja 30 Tebaxê 4 kes ji gundê Behdîna yê ser bi navçeya Raco ve revandin.

Kesên hatine revandin, navên wan wiha ne: Mihemed Menan Îbiş, Luqman Reşîd Bekir, Şakir Hesen Cafer û Mihemed Zekeriya Çiro ne.

Ew kesên hatine revandin bi wê yekê tên tomatbarkirin ku berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn.

Wî jêderî diyar kir jî, piştî ku çekdaran 1500 Lîreyên Tirkî ji Mihemed Menan standin, ew berdan lê her sê kesên din hîna girtî ne.

Ev di demekê de ye, grûpa Polîsa leşkerî du keçikên bi navê Hêvîn Ebdîn Xerîbo û Lîna Zekeriya Îbiş ji roja 22 Tebaxa borî ve ji gundê Behdîna revandine û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.