Pasdarên Îranê li ser "liv û tevgerên çekdaran" ên li sînorê Herêma Kurdistanê hişyarî da

Supaya Pasdaran a Îranê raghand; "liv û tevgerên çekdaran" li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê – Îranê heye û hişyarî dide ku ew ê bersiva wan bidin.

Hewlêr (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê raghand; "liv û tevgerên çekdaran" li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê – Îranê heye û hişyarî dide ku ew ê bersiva wan bidin.

Fermandarê Hêzên Bejahî yên Supaya Pasdaran Serdar Mihemed Pakpûr li ser hebûna "liv û tevegrên çekdarî" li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Îranê hişyarî dide û dibêje ku hewla xerakirina asayîşa sînorê Îranê didin.

Herwiha dibêje ku nabe rê bi wan "çekdaran" were dayîn ku bi liv û tevgerên xwe bibin gef li ser asayîşa Îranê.

Serdar Mihemed Pakpûr diyar kir ku ew ê bersivên tund bidin û "xelkê wan deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê divê nêzîkî binkeyên wan nebin, da ku zirar negihîje wan".