Li Rojhilat kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Kolberê ku hatiye kuştin, 41 salî û bavê du zarokan bû.
Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye; duh pasdarên Îranê li zozana sînorî ya Şînkê li nêzîkî bajarê Pîranşar, komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberek bi navê Mihemed Xalid Ebdullahzade hat kuştin.

Ew kolberê ku hatiye kuştin, 41 salî û xelkê Pîranşarê bûye. Bavê du zarokan bûye û hîn jî termê wî teslîmî malbata wî nehatiye kirin.