Pispor: CHPê gaveke bi wêrekî avêt û ev ji bo Kurdan peyamek e

Li Tirkiyê yekem car partiya muxalefeta sereke CHP bi şandeke berfireh serdana Herêma Kurdistanê kir.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê yekem car partiya muxalefeta sereke ya vî welatî Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi şandeke berfireh serdana Herêma Kurdistanê kir. Ev serdana CHPê ku di nava rayagiştî ya Tirkiyê de deng veda, ji aliyê partiya deshilatdar Ak Partiyê ve jî weke gaveke erênî hate dîtin. Şirovekarên siyasî jî vê serdana CHPê ya bo Herêma Kurdistanê gaveke wêrekî dibînin û dibêjin ev serdan peyamek e ji bo dengderên Kurd.

Partiya muxalefeta sereke ya Tirkiyê CHP bi şandeyeke berfireh serdana Herêma Kurdistanê kir. CHP ya ku bi serperiştiya Cîgirê Serokê Giştî Oguz Kaan Salici û serşêwirmendê polîtîkayên derve yê CHP Unal Çevîkoz bi şandeyeke berfireh di dîroka partiya xwe de yekem car serdana Herêma Kurdistanê kirin, pêşî bi Serok Mesûd Barzanî pişt re jî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Piştî van hevdîtina şandeya CHPê bo Kurdistan24 ragihand ku ew gelek bi germî hatine pêşwazîkirin û ev serdan yekem bû, lê ne ya dawî ye.

Derbarê vê serdana CHPê de endamê Lijneya Birêvebir ya Biryarên Navendî (MKYK) û Berpirsê Têkiliyên Gel yê Ak Partiyê Abdurrahman Kurt ragihand ku serdana CHPê ya bo Herêma Kurdistanê ji bo wan jî biqîmet e û ew ê piştevaniya hemû hewlên bi vî rengî bikin.

Abdurrahman Kurt ji K24ê re diyar kir: “Ak Partiyê di nava siyaseta navxweyî de ji bo guherîna hevsengiyên heyî gavên girîng avêtin. Bi saya van gavan îro ev serdana CHPê pêk tê.  Hêzên ku heta duh jî navê Kurdan bilêv nedikirin û heta hebûna wan jî qebûl nedikir îro girîngî û ehemiyeta Kurdan baş dizanin ev yek ji bo me jî biqîmet û hêja ye. Em her hewleke di cih de û erênî yên hemû layenan rast dibînin. Hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyê di pêwendiyên bi Kurdan û Kurdistana Iraqê de dema ku tercîh û hewlên erênî nîşan bidin em jî erênî nêzîkê van gavan dibin û piştevaniya wan dikin.”

Beşek şirovekarên siyasî jî diyar dikin ku ev serdana CHPê ya bo Herêma Kurdistanê ji bo CHPê geveke bi wêrekî ye û peyamek e ji bo dengderên Kurd.

Şirovekarê siyasî Prof. Dr. Tevfîk Erdem diyar kir: “Ev serdana CHPê ya bo Kurdistana Iraqê em heyîrandin. Kesî bawer nedikir ku dê CHP hewleke wiha bi wêrekî pêk bîne. CHP bi vê yekê nîşan dide ku tifaqa li gel HDPê berdewam dike. Her çiqas ev hevdîtin ji bo başbûna pêwendiyên Enqere û Hewlêrê girîng be jî di rastiyê de CHP bi vê serdanê peyamekê dide dengdêrên Kurd yên oldar û alîgirên HDPê. CHP bi vê serdana xwe dibêje di çareserkirina pirsa Kurd de ez jî heme û tevî hemû astengiyên di nava partiyê de ez ê vê pirsê çareser bikim.”

Herwiha beriya vê serdana bo Herêma Kurdistanê CHPê dîsa bi serokatiya Cigirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici û şandeyeke berfireh ku ji parlementeran pêk dihat di destpêka sala 2021ê de ji bo 24 bajarên Bakurê Kurdistanê taybet maseya bakur avakiribû û bi serokeşîr, rûsipî, rewşenbîr û alimên bakur re hevdîtin dabûn destpêkirin.