Talîban ji Angela Merkel daxwaz dike serdana Efxanistanê bike

Berdevkê Talîbanê: Em dixwazin pêwendiyên me yên baş bi Almanyayê re hebin.
Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid
Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid ji Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel daxwaz dike ku serdana Efxanistanê bike û ji Merkel re dibêje: “Di nav welatê me de pêgeheke te ya taybet heye.”

Zebîhullah Mucahid ji rojnameya Bild a Almanî re axiviye û diyar kiriye: “Em dixwazin welatekî me yê bi asayîş û bi îstiqrar hebe û ji aliyê civaka navdewletî ve were pesendkirin û baweriya serkirdeyên welatan pê hebe û serdana wê bikin, bêguman Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel li Efxanistanê pêgeheke wê ya taybet heye.”

Mucahid destnîşan kiriye ku hebûna pêwendiyeke bihêz ligel Almanyayê di berjewendiya Efxanistanê de ye û ew dixwazin pêwendiyên gelek baş ên Almanya û Îmarata Îslamî ya Efxanistanê hebin.

Berdevkê Talîbanê ji Almanyayê daxwaz kiriye ku di sektorên tendirustş, perwerde, avakirina jêrxana aborî ya Efxanistanê de alîkariya wan bikin û alîkariyên mirovî ji bo Efxanistanê zêdetir bikin.