Talîban pêkhateya hikûmeta demkî ragihand

Tevgera Talîbanê pêkhateya hikûmeta demkî ya Efxanistanê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Talîbanê pêkhateya hikûmeta demkî ya Efxanistanê ragihand, ku piraniya postên wezaret û bilind ji aliyê serkirdeyên wê tevgerê ve têne birêvebirin. Talîban diyar dike ku ew hewl didin hikûmeta bê ya welatê wan nûnertiya hemû pêkhateyên Efxanistanê bike.

Hikûmeta ku Mihemed Hesen bi wekalet serokatiya wê dike, bi alîkariya herdu cîgirên wî Ebdulxenî Birader û Ebduselam Henefî birêve dibin, çend postên wezaretan hêj nehatiye diyarkirin.

Postên ku ji aliyê Talîbanê ve ji bo hikûmetê hatine diyarkirin ev in:

Emîrxan Muteqî: Wezîrê Derve yê bi wekalet

Hîdayetullah Bedrî: Wezîrê Darayî yê bi wekalet

Sîracedîn Heqanî: Wezîrê Navxwe yê bi wekalet

Mihemed Yeqûb Mucahid: Wezîrê Berevanî yê bi wekalet

Ebdulhekîm Şetî: Wezîrê Dad ê bi wekalet

Ebdulheq Wasiq: Serokê Dezgeha Îstixbaratê

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahid diyar kiriye: “Em nahêlin Efxanistan vegere serdema şer.”