Li Gulala di êrîşeke DAIŞê 5 leşkerên Iraqî birîndar bûn

Şîrovekar dibêjin, DAIŞ li navçeyên Kurdistanî xwe birêkxistin kiriye û çek û pereyên zêde jî di destê wê de hene.
Hêzeke artêşa Iraqê - Arşîv
Hêzeke artêşa Iraqê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê li nahiya Gulala êrîşî ser xakele artêşa Iraqî kir û di encamê de 5 leşkerên Iraqî birîndar bûn.

Jêderekî ji hêza Pêşmerge ji K24ê re ragihand, şeva borî çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Helawnê yê li nahiya Gulala êrîşî ser xaleke artêşa Iraqê kir.

Diyar kir jî, dema hêzeke din a artêşa Iraqê bi hawara wê hêzê diçû, bombeyek pê de teqiya û di encamê de 5 leşker birîndar bûn.

Çekdarên DAIŞê êrîşên xwe li navçeyên Kurdistanî zêde kirine. Şîrovekar jî amaje bi wê dikin, DAIŞ li wan navçeyan xwe birêkxistin kiriye û çek û pereyên zêde jî di destê wê de hene.

Berî çend rojan jî, çekdarên DAIŞê li Kerkûk û Mexmûrê di du êrîşên cuda de, 15 endamên hêzên ewlehiyê yên Iraqê kuştibûn.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û êrîşa Heşda Şeibî ser Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, rewşa ewlehiyê li wna navçeyan gelekî metirsîdar bûye û DAIŞê çalakiyên xwe zêde kirine.

Gulala bajarokekî Kurdistanî ye, li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikeve û ser bi parêzgeha Diyala ve ye.