Borrell behsa naveroka civîna bi Serok Barzanî re dike

Borrell: Rola Herêma Kurdistanê ligel Hevpeymaniya Navdewletî di rûbirûbûna DAIŞê de bilind dinirxînim.
null
null

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell behsa naveroka civîna xwe bi Serok Barzanî re dike û tekeziyê li pabendbûna Yekîtiya Ewropa di erkên wê yên bi Herêma Kurdistanê re dike.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell derbarê civîna wî bi Serok Barzanî re, li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Di civîna min bi Barzanî re, me behsa rola Herêma Kurdistanê di pirsa aramî û ewlehiya navçeyê de kir.”

Herwiha diyar kir: “Rola Herêma Kurdistanê ligel Hevpeymaniya Navdewletî di rûbirûbûna DAIŞê de bilind dinirxînim. Bi erkên xwe pabend dibin. Erk hîna nebûne.”

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell roja Sêşemê 7ê Îlonê bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û bi Serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê re civiyabû.