Amerîka ji kabîneya hikûmeta Talîbanê nîgeran e

Çend demjimêr piştî ragihandina kabîneya nû ya hikûmeta Efxanistanê ji aliyê Talîbanê ve, Wezareta Derve ya Amerîkayê nîgeraniya xwe nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend demjimêr piştî ragihandina kabîneya nû ya hikûmeta Efxanistanê ji aliyê Talîbanê ve, Wezareta Derve ya Amerîkayê nîgeraniya xwe nîşan da.

Li gor malpera Forbes, Washington ji pêkhateya hikûmeta Talîbanê nîgeran e, ji ber ku ti rolek nedane jinan û ti endamekî pêkhateya hikûmeta Efxanistanê, ne jin e. Ji bilî vê jî, diyarkirina kesên ji bo rêvebirina postên wezaretan, ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser mijara terorê daxwazkirî ne.

Herwiha hatiye diyarkirin; her çiqas Amerîkayê navê ti endamekî pêkhateya hikûmeta Talîbanê neaniye ziman, lê Sîracedîn Heqanî, Serokê Tora Heqanî ku navê wî di lîsteya terorê ya FBI de ye û beriya nihabi qasî 10 milyon dolar xelat hatiye diyarkirin ji bo kesên ku derbarê wî de zanyariyan bidin Amerîkayê.

Li gor kovara Forbes, hejmarek serkirdeyên Talîbanê, ku di kabîneya nû ya hikûmetê de beşdar in, di nav lîsteya cezayên Neteweyên Yekbûyî de ne û bi çendîn kiryarên tundî û terorê ve pêwendîdar in.