Mesrûr Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê di nehîştina astengiyan de piştevaniya hikûmetê kiriye
Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir; Parlamentoya Kurdistanê piştevaniya hikûmetê kiriye di nehîştina astengiyên li pêşiya pêşxistina jêrxana aborî ya Kurdistanê de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; Parlamentoya Kurdistanê piştevaniya kabîneya nehem kiriye ji bo nehîştina astengiyên li pêşiya bazirganên nû.
Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kiriye: “Me rêbaz û prose ji 32 rojan daxistiye rojekê û me 50 serdanên ofîsan kiriye serdanek û me xerc jî bi rêjeya %90 kêm kiriye.”
Serokwezîr eşkere kiriye: “Me rê xweş kiriye û hêsankarî kirine bo xwedan kar, da ku bi arasteya avakirina paşerojeke baştir bo Kurdistanê gavan biavêjin.”