Seroka Şaxa Diyarbekirê ya CHPê: Pirsa Kurd ne bi rêya leşkerî bi aştiyê dê were çareserkirin

Rêxistina Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi boneya salvegera damezrandina partiyê, li Qada Şêx Seîd pîrozbahî li dar xist.
Seroka Şaxa Diyarbekirê ya CHPê Gonul Ozel
Seroka Şaxa Diyarbekirê ya CHPê Gonul Ozel

Diyarbekir (K24) – Rêxistina Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi boneya salvegera damezrandina partiyê, li Qada Şêx Seîd pîrozbahî li dar xist.

Alîgirên partiya CHPê li qadê bi def û zirneyê govend gerandin.

Seroka Şaxa Diyarbekirê ya CHPê Gonul Ozel ji K24ê re ragihand; CHP partiyeke wisa ye ku hemêza xwe ji her kesî re vedike û ji ti kesî dûr nakeve.

Gonul Ozel li ser pirsa Kurd jî diyar kir: “Jixwe ev mijar di siyaseta partiya me de heye. Li Tirkiyê pirsgirêkeke Kurd heye. Bi rastî pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e, ev pirsgirêka hemû Tirkiyê ye. Loma em ê vê pirsê di dema desthilata xwe de li parlamentoya ku hemû partî hene, li ser maseyê, ne bi rêya leşkerî, ne bi tundî, bi aştî çareser bikin.”

Ozel destnîşan kir ku dema wextê wê were hûrgiliyên bernameyê çareseriyê dê were axaftin û got: “Lê belê ne weke pêvajoya çareseriyê li pişt deriyên girtî, ne ku em xwe ji xelkê veşêrin, bi awayekî şefaf, bi wergirtina nêrînên hemû aliyan, bi awayê herî baş, ev mijar dê bigihîje çareseriyeke aştiyane.”