Rapirsî: Tenê 3 partî benda hilbijartinan a ji sedî 10 derbas dikin

Kompaniya Lêkolînê ya ORC li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, encamên rapirsiya xwe belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Lêkolînê ya ORC li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, encamên rapirsiya xwe ya bi sernavê "Eger roja yekşemê hilbijartin were kirin" belav kir.

Li gor rapirsiya ku di navbera rojên 1 û 5ê Îlonê de li 41 bajaran ligel 4 hezar û 180 kesan hatiye kirin, dengên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) bi awayekî berçav daketiye û şirîkê Tifaqa Cumhurê, Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) jî di bin benda hilbijartinê ya ji sedî 10 de dimîne.

Herwiha ligor rapirsiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi rêjeya %7,9 di bin bendê de dimîne û dengên Partiya DEVA û Partiya Pêşerojê jî zêde bûne.

Encamên rapirsiya Kompaniya Lêkolînê ya ORC wiha ne:

AK Partî: %32,1

CHP: %25,3

ÎYÎ Partî: %12,7

MHP: %9,7

HDP: %7,9

Partiya DEVA: %4,5

Partiya Pêşerojê: %2,5

Partiya Memleket: %1,6

Partiya Seadet: %1,2

Partiya Guherînê ya Tirkiyê: %0,8

Yên din: %1,7