57 penaberên Kurd ji Sûriyê bo Hewlêrê têne vegerandin
Hewlêr (K24) – Bi alîkariya ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 57 penaberên Kurd ku ji Tirkiyê deportî Sûriyê hatibûn kirin, sibe dê vegerin Herêma Kurdistanê.
Çavkaniyekî agahdarê dosyeya penaberan ji K24ê re ragihand; ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser xetê bû ji bo çareseriya vê kêşeyê û di encamê de karîne vê kêşeyê çareser bikin û wan penaberên Kurd vegerînin Herêma Kurdistanê.
Çavkaniyê K24ê eşkere kir; Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên pêwîst pêk anîne û hewldanên xwe zêde kirine ji bo gihiştina çareseriya kêşeya wan penaberan.
Hejmara penaberan 57 kes in û xelkê Herêma Kurdistanê ne, piştî ku li Tirkiyê hatibûn desteserkirin, ji ber ku gotibûn ji Sûriyê reviyane, rayedarên Tirkiyê ew deportî Sûriyê kiribûn.
Penaberên Kurd li devera Ezaz a ser bi parêzgeha Helebê ya li bakurê Sûriyê û li ser sînorê Tirkiyê desteserkirî ne û di bin desthilata kom û milîsên çekdar in, ku girêdayî Tirkiyê ne û wê deverê îdare dikin.
Ezaz yekane pêgeha wan çekdaran e ku di van 11 salên borî de her du beşên bakurê rojhilatê Sûriyê û rojavayê wê ji hev vediqetîne.