MAK: Dengên AK Partî û MHPê kêm dibin

Li gorî rapirsiyan dengên partiya deshilatdar Ak Partî û hevkarê wê MHP roj bi roj dihele.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 ku ev 20 sal bûn karîger bû wek ji sedî 7 hate guhertin û bi vê guherînê rewşa partiyên siyasî jî mijara sereke ya rapirsiyan e. Li gorî rapirsiyan dengên partiya deshilatdar Ak Partî û hevkarê wê MHP roj bi roj dihele û beramberî wê li Bakurê Kurdistanê CHP bandora xwe zêde dike û wek her carê HDP û dengdêrên Kurd kirîtîk tên dîtin.

Li Tirkiyê piştî ku benda hilbijartinê ya ji sedî 10 wek sedî 7 bi destê partiya deshilat Ak partî û hevkarê wê MHPê ve hate guherîn, rewşa dawî ya partiyên siyasî jî mijara sereke ya kompanyayên rapirsiyan e. Taybetî di rapirsiyên dawî de rêjeya dengê tifaqa Cumhurê ku ji partiya desthilatdar Ak Partî û partiya netewperest MHPe pêk tê dadikeve. Beramberî vê yekê rêjeya dengê tifaqa Miletê ku serkêşiya wê CHP û Partiya ÎYÎ yê dikin berew zêdebûnê ve diçe û HDP wek partiyeke krîtîk derdikeve pêş.

Li gorî serokê kompanyaya rapirsiyê MAKê Mehmet Alî Kulat di rapirsiya wan ya dawî de rêjeya dengên AK Partî û MHPê têra deshilatbûnê nake. Helwesta dengderên Kurd dê encamên hilbijartinê biguherîne ji ber vê çendê jî HDP, partiyeke girîng e.

Serokê MAKê Mehmet Alî Kukat ji K24ê re diyar kir: “Di encamên rapirsiyên dawî yên ku me kirine de Ak partî û MHP niha rêjeya ji sedî 50 +1 ya ji bo desthilatê pêwîst bi dest naxe. Niha rêjeya dengên her du partiyan ji sedî 38 e. Rêjeya giştî ya partiyên muxalefetê ji sedî 50î derbas dike. Lê rola HDPê girîng e. Bi alikariya HDPê dê namzedê muxalefetê yê serokomariyê bibe serokomar. Ji ber vê çendê jî rola dengderên Kurd gelek zêde ye di hilbijartinên bê de. Helwesta dengderên Kurd dê Serokomarê Tirkiyê jî bide diyarkirin.

Li gorî rapirsiya kompanyeya PÎARê jî taybetî rêjeya dengê partiya netewperest MHP kêm dibe û partiya deshilatdar AK Partî jî bandora xwe ya li Bakurê Kurdistanê winda dike û eleqeya bo CHPê li bakur zêde dibe.

Serokê PÎARê Kadîr Atalay ragihand: “Li gorî rapirsiyên me, rêjeya dengê MHPê navbera ji sedî 6 û 8ê de ye, rêjeya AK Partiyê jî navbera ji sedî 28 û 29ê de ye. Di demên dawî de rêjeya dengên Partiya ÎYÎ zêde dibe û kesên ji AK Partî veqetiyane berê xwe didin vê partiyê û rêjeya dengê wê jî ji sedî 12ê derbas dike. Li bajarên Kurdan eleqeya bo CHPê zêde dibe û AK Partî lawaz dibe. Ji loma CHP ji sedî 22ê derbas dibe. HDP jî rêjeya dengê xwe diparêze û niha ji sedî 11 ye. Ji partiyên nû jî dengên partiya DEVAyê zêde dibe û niha ji sedî 2 ye.”

Herwiha li gorî kompanyeya KONDAyê ya rapirsiyan jî her çiqas benda hilijartinê ji bo kêmkirina rêjeya dengê HDPê hatibe daxistin jî ger hilbijartineke pêşwext bê lidarxistin dê HDP ji sedî 15an zêdetir rêjeya deng bidest bixe. Ji ber vê çendê nexşerêya HDPê ya ku dê 27ê Îlonê de ji rayagiştî re parve bike ji aliyê pisporan ve girîng tê dîtin.