Rûsya: Em hêvî dikin Talîban dawî li madeyên hişbir bîne

Nûnerê Daîmî yê Rûsya yê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya ragihand; ew hêvî dikin, hikûmeta nû ya ku Talîban ava kiriye, dawî li gefa madeyên hişbir bîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Daîmî yê Rûsya yê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya ragihand; ew hêvî dikin, hikûmeta nû ya ku Talîban ava kiriye, dawî li gefa madeyên hişbir bîne.

Vasiliy Nebenzya roja 9ê Îlona 2021ê di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de diyar kir: “Hîn jî Efxanistan çavkaniya herî mezin a efyonê ye li cîhanê û yek ji sê wîlayetên Efxanistanê efyon berhem tînin.”

Nebenzya destnîşan kir: “Me gelek caran behsa vê metirsiyê kiriye, lê belê daxwaz ji bo bihîstina vê rastiyê nebûye, tiştê ku me nîgeran dike, di raporta Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres de ev mijar nehatiye behskirin.”

Herwiha dibêje: “Mixabin hikûmeta berê hewldaneke mezin neda ji bo nehiştina vê metirsiyê û her ku diçû asta çandin û berhemanîn madeyên hişbir zêdetir dibû. Loma em hêvî dikin, desthilatdarên nû yên Efxanistanê dawî li vê pirsgirêkê bînin.”