Fermangeha Pêwendiyên Derve: Vê êvarê 54 penaberên Kurd ji Sûriyê vedigerin Herêma Kurdistanê

Fermangehê spasiya Wezareta Navxwe û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê kir.

Hewlêr (K24) – Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasî û pêzanînên xwe arasteyî Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê ya li Hewlêrê dike li hember wergirtina rizamendiya hikûmeta Tirkiyê û hewldanên wê yên vegerandina wan 54 penaberên ku li Sûriyê asê mabûn.

Fermangeha Pêwendiyên Derve ragihand; ew 54 penaberên ku dixwestin vegerin Herêma Kurdistanê, biryar e vê êvarê bigihin Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl.

Herwiha fermangehê spasiya Wezareta Navxwe û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê kir, ku alîkar bûn di piştrastkirina navên wan de û erkê veguhestina koçberan girtin ser xwe.

Bi alîkariya ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 54 penaberên Kurd ku ji Tirkiyê deportî Sûriyê hatibûn kirin, vê êvarê vedigerin Herêma Kurdistanê.

Çavkaniyekî agahdarê dosyeya penaberan ji K24ê re ragihand; ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser xetê bû ji bo çareseriya vê kêşeyê û di encamê de karîne vê kêşeyê çareser bikin û wan penaberên Kurd vegerînin Herêma Kurdistanê.

Çavkaniyê K24ê eşkere kir; Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên pêwîst pêk anîne û hewldanên xwe zêde kirine ji bo gihiştina çareseriya kêşeya wan penaberan.

Hejmara penaberan 54 kes in û xelkê Herêma Kurdistanê ne, piştî ku li Tirkiyê hatibûn desteserkirin, ji ber ku gotibûn ji Sûriyê reviyane, rayedarên Tirkiyê ew deportî Sûriyê kiribûn.

Penaberên Kurd li devera Ezaz a ser bi parêzgeha Helebê ya li bakurê Sûriyê û li ser sînorê Tirkiyê desteserkirî ne û di bin desthilata kom û milîsên çekdar in, ku girêdayî Tirkiyê ne û wê deverê îdare dikin.