CHP dixwaze ji Kurdan zêdetir piştgiriyê werbigre

Rêveberên CHPê radigihînin ku ew dixwazin di serî de pirsgirêka kurd; paşê jî hemû pirsgirêkên li navçeyê bi rêbazên aştiyane werin çareserkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Karvedanên serdana şanda Partiya Komarî ya Gel (CHP) bo Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Rêveberên CHPê radigihînin ku ew dixwazin di serî de pirsgirêka kurd; paşê jî hemû pirsgirêkên li navçeyê bi rêbazên aştiyane werin çareserkirin. Serokê Beşa Civaknasiyê li Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê Prof. Dr. Rustem Erkan jî serdana CHPê girîng dinirxîne û dibêje; di proseyên çareserkirina pirsgirêkên kurdan de rola Nemir Mele Mustefa Barzanî û Serok Mesûd Barzanî girîng e. CHP jî vê yekê dizane û bi vê serdanê peyamekê dide kurdan.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) piştî guhertina pergala rêveberiya Tirkiyeyê û hilbijartinên rêveberiyên herêmî dixwaze zêdetir piştgiriya kurdan bigire. Di vê çarçoveyê de serdanên şandeyên CHPê bo bajarên Bakur zêde bûne. Her dîsa di dîroka xwe de yekem car şandeyeke CHPê serdana Herêma Kurdistanê kir û bi serkirdayetiya Herêma Kurdistanê re civiyan.

Serokê Beşa Civaknasiyê li Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê Prof. Dr. Rustem Erkan, serdana CHPê û siyaseta wê ya li ser kurdan nirxand. Prof. Erkan nêzî 30 salan e li ser civakê lêkolînan dike û dibêje; Rola Barzaniyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurdan gelek girîng e û CHP jî vê yekê dizane û dixwaze peyamekê bide kurdan.

Prof. Dr. Rustem Erkan ji K24ê re diyar kir: “Herêma Kurdistanê ji Mele Mustefa Barzanî ve bi malbata Barzanî jî tê naskirin. Di siyaseta cîhanê de jî Mesûd Barzanî bi awayeke girîng tê naskirin û di siyaseta kurdan de jî xwedî cihekî girîng e. Em dikarin bibêjin bandoreke mezin ya Mesûd Barzanî li ser hilbijêrên Tirkiyeyê nebe jî di nava hemû kurdan de hem giraniya Mele Mistefa hem jî giraniya Mesûd Barzanî heye. Dema em lê dinêrin hemû aliyên Kurdan rêzê li Barzanî digrin. Hevdîtina CHPê bi Mesud Barzanî re girîng e. Ev ji bo kurdên li Iraq, îran û Tirkiyeyê jî peyamek e. Barzanî jî dixwaze kurd li herêmên ku lê dijîn di nava aşitî û aramiyê de lê bijîn. Bi salane Barzanî piştgiriya çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê jî dike. Ji ber vê yekê ev hevdîtin girîng bû.”

Di hilbijartinên serokomariyê û hilbijartinên rêveberiyên herêmî de CHPê girîngiya dengên kurdan dît û bi piştgiriya kurdan karî şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê û gelek şaredariyên din bidest bixe. CHP niha jî amadekariyên hilbijartina giştî dike û dixwaze zêdetir piştgiriya kurdan bigire.

Seroka rêxistina CHPê ya Diyarbekirê Gonul Ozel got; li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd heye û dema ku bibin desthilatdar, ew dê pirsgirêka kurd li parlementoyê û bi beşdariya hemû partiyên siyasî çareser bikin.

Gonul Ozel ji K24ê re ragihand: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye. Lê ya rast ev ne tenê pirsgirêka Kurdan e; ev pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Em ê vê pirsgirêkê di dema desthilatdariya xwe de, bi beşdariya hemû partiyên siyasî li parlementoyê çareser bikin. Em ê ne bi rêbazên serbazî, ne bi tund û tûjiyê; bi rêbazeke aştiyane  çareser bikin.”

Rayedarên CHPê ji ber rêbaza di proseya aşitiyê de rexneyan li desthilatdariya AK Partiyê digrin û dibêjin; ew dê pirsgirêka kurd ne li pişt deriyan û veşartî lê di parlementoyê de û bi beşdariya hemû aliyên siyasî çareser bikin. Raya giştî ya kurd gazindan ji CHPê dikin û dixwazin ku rayedarên CHPê bi wêrekane nêzîkî çareserkirina pirsgirêka kurd bibin û gavên şênber bavêjin.