Li şûna berazan çekdarekî DAIŞê bi têlên elektrîkê ket

Xelkê gundekî Kerkûkê têlên elektrîkê ji ber berazên ku dihatin gund danîbûn ber zeviyên xwe yên çandiniyê, lê belê li şûna berazan, çekdarekî DAIŞê bi wan têlan ket.
Wêneya çekdarê ku bi têla elektrîkê ketiye
Wêneya çekdarê ku bi têla elektrîkê ketiye

Kerkûk (K24) – Xelkê gundekî Kerkûkê têlên elektrîkê ji ber berazên ku dihatin gund danîbûn ber zeviyên xwe yên çandiniyê, lê belê li şûna berazan, çekdarekî DAIŞê bi wan têlan ket.

Şeva pêncşema borî, di navbera gundên Sêbîran û Şehela Kevn yên li bajarokê Sergeran ê ser bi Dûbizê yê li rojavayê Kerkûkê, artêşa Iraqê bi rêya kamerayên çavdêriyê çend çekdarên DAIŞê dîtine.

Piştî ku hêzên ewlehiyê cihê ku çekdarên DAIŞê lê bûn dorpêç kirin, şer û pevçûn di navbera wan de qewimî û hêzên artêşa Iraqê wê derê bi cih hiştine.

Êvara roja înê 10ê Îlona 2021ê, ji aliyê cotkaran ve termê çekdarekî DAIŞê hatiye dîtin û piştî agahdarkirina hêzên ewlehiyê, termê wî bo bijîşkê dadî hatiye şandin.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji polîsê Sergeran ji K24ê re ragihand: “Li ser termê çekdarê DAIŞê ti dewsa gulleyê tunebû, piştî pişkinîn û lêkolînê derket holê ku elektrîkê pê girtiye.”

Herwiha eşkere kir: “Cotkarên gund bi şevan bi rêya têlên elektrîkê, ji bo dûrxistina berzaran, ku bi şevan zirar didin çandiniyên wan, zeviyên xwe yên çandiniyê diparêzin, lê li şûna berazan çekdarekî DAIŞê pê ketiye û miriye.”