Li Idlibê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand; li Idlibê 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand; li Idlibê 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir diyar kir ku îro 11ê Îlonê li herema Îdlibê ya Sûriyê bi ser hêzên wan de êrîş hatiye kirin û di encamê de 2 leşker hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.

Wezaretê ragihand 3 leşkerên ku birîndar bûne bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Herwiha wezaretê di heman daxuyaniyê de navên herdu leşkerên ku hatine kuştin jî eşkere kir. Navên leşkerên ku hatine kuştin wiha ne: Ramazan Demîr ji Gumgumê û çawîşê pispor Mucahît Sinirtepe ji Qeyseriyê ne.