Serok Barzanî: Em xwe radestî ti terorist û zordarekî nakin

Serok Barzanî di çarçoveya karnavala destpêkirina bangeşeya hilbijartinan de gotarek pêşkêş kir û tê de behsa pêwendiyeke telefonî ya bi Joe Biden re kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di çarçoveya karnavala destpêkirina bangeşeya hilbijartinan de gotarek pêşkêş kir û tê de behsa pêwendiyeke telefonî ya bi Joe Biden re kir.

Serok Barzanî got: “Em miletek in îradeya me heye û dizanin jî çi dikin. Dema DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistanê kir, Biden wê dem Cîgirê Serok Obama bû. Wî telefonî min kir û pirsî: Eger em alîkariya we bikin, hûnê berxwedanê bikin, eger hûn nakin ji me re bibêjin ji bo em kusolxaneya xwe vekişînin.”

Serok Barzanî destnîşan kir: “Min jê re got, hûn alîkariya me bikin yan nekin, em berevaniyê dikin. Em xwe radestî ti terorist û zordarekî nakin. Lê belê eger hûn alîkariya me bikin, erkê me dê hêsantir bibe û dibe ku qurbaniyên me jî kêmtir bibin. Em spasiya we dikin, eger hûn alîkariya me nekin, îradeya me ya berxwedanê heye û berxwedanê jî dikin û ne pêkan e em bihêlin dijmin Kurdistanê dagîr bike.”

Serok Barzanî di gotara xwe de behsa qehremaniya Pêşmerge kir û got: “Ji hemû cîhanê re hat çespandin ku Pêşmergeyên qehreman, xweragirên miletê me ne û bûn nimûne. Wê rojê Balyozê Fîlîpînê got: Navê Pêşmerge li welatê me pîroz e. Ez bawer im pêştir ti kesî li Fîlîpînê nedizanî ku Kurd hene.”

Herwiha got: “Niha gelê Kurdistanê dilniya dikim, hemû hewlên me ew e, hemû pirsgirêkan bi aştî û hevtêgihîştin bêne çareserkirin, lê belê heta ev kurên dilsoz û têkoşer hene û Pêşmergeyên me yên qehreman hene, ti awayekî nahêlin careke din Kurdistan bikeve destê dijminan.”