Îsmaîl Beşîkçî: Mela Mistefa Barzanî kiriye ku Kurd wekî teyrê Sîmirx careke din ji xweliya xwe jiyanê bo xwe dirust bikin

Stenbol (K24) – Nivîskar û civaknasê Tirk Îsmaîl Beşîkçî di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24ê de behsa serdema Şoreşa Îlonê û çîroka çawaniya vêketina wê şoreşa mezin di sala 1961ê de dike. Îsmaîl Beşîkçî behsa dengvedana wê şoreşê li Bakurê Kurdistanê û bandora wê li ser tevgera rizgarîxwaza Kurd li perçeyên din ên Kurdistanê jî dike.

K24: Cara pêşî kengî û çawa ji Şoreşa Îlona 1961an agahdar bûyî?

Îsmaîl Beşîkçî: Helbet divê em hinekî li paşperdeya dîroka wê binêrin; Sala 1920an di serdema Cemiyata Milletan de parçekirina Kurdan û parvekirina xaka Kurdistanê ziyaneke gelekî mezin gihandiye Kurd û Kurdistanê. Polîtîkayên vê serdemê jî bi hevkariya dû welatên mezin û mêtînger yên Rojhilata Navîn ve dihatin bi rêvebirin. Ji bo Kurdan rewşeke gelekî zehmet bû. Wekî ku hestiyên mirovekî ji hev bên e qelaştin yan jî mejiyê mirovekî were perçiqandin, van polîtîkayan jî karîgeriyeke bi vî awayî li ser Kurdan kiriye. Van welatan dixwestin bi van polîtîkayan û parçekirina Kurdistanê, Kurdan yekcar ji ser rûyê erdê rakin û dawî li hebûna wan bînin. Tam di rewşeke wiha de ku hêrîş û polîtîkayên gelekî giran li ser serê Kurdan dihatin gerandin Mele Mistefa Barzanî kiriye ku Kurd (wekî teyrê Sîmirxê) cardin ji xweliya xwe jiyanê bo xwe dirûst bikin. Mele Mistefa Barzanî Roleke wiha lîstiye. Helbet divê em di vê proseyê de ligel Mele Mistefa Barzanî girîngiya kesayetên din jî ji bîr nekin. Divê em şêx Evdilselam û şêx Ehmed jî wekî pêşengên vê proseyê destnîşan bikin û Mele Mistefa Barzanî jî wekî berdewam vê proseyê bixînin.

Di sala 1947an de Komara Mahabadê hatibû rûxandin û ligel Kazî Mihemed gelek rêveber û siyasetmedarên Kurd hatibûn destgîrkirin. Di serdemeke wiha de Mele Mistefa Barzanî bo diyarkirina dahatûya Kurdan diçe Tehranê da ku di vê derbarê de ligel Şah baxive.  Ber bi hevdîtinên ligel şah re saziyek ji îstîxbarata Îranê ligel Şêx Ehmed Barzanî dikeve pêwendiyê. Îstîxbarata Îranê ji Şêx Ehmed Barzanî re dibêje “ Çekên xwe daynin û li Hemedanê bi cih bibin.” Şêx Ehmed Barzanî jî bêyî ku li ser vê daxwazê bifikire yekcar bersiv dide Îranê û dibêje; “Em çekên xwe danaynin û bit û awayî li Hemedanê bi cih nabin. Dema ku berf heliya û rê vebûn em dê dîsa vegerin Başûr. Hûn dixwazin çi li Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî bikin hûn serbestin. Di nava me de Mele Mistefa Barzanî gelek in.” Piştî vê sekna bi biryar Mele Mistefa Barzanî jî vedigere ba hêzên Kurdan. Piştî vê yekê derbasbûna berev Yekitiya Sovyetê ve destpêdike.

Helbet derbasbûna berev axa Sovyetê ve jî proseyeke gelekî girîng e. Wê demê jiyana Kurdên li Sovyetîstanê ne jiyaneke penaberiyê ye jî. Ev jiyana wan bendetiya li ser axê ye. Kurd, di wê serdemê de ji Azerbaycanê hatine mişextîkirin. Zêdetirî 50 peşmergeyên ku ligel Mele Mistefa Barzanî derbasî Sovyetîstanê bûne berev Asyaya navîn ve hatibûn mişextîkirin. Di sala 1948an de mixabin ew jiyana wan ya li wê derê ne jiyaneke penaberiyê jî bû. Temamî bendetiyeke bi axê ve girêdayî bû. Başbûna jiyana Kurdan ya li Sovyetîstanê piştî mirina Stalîn anku di salên 1952û 53an de hê nû destpê dike. Piştî van salan ji aliyê rêveberiya Sovyetîstanê ve li Moskovayê xaniyek bo Mele Mistefa Barzanî tê terxankirin. Mele Mistefa Barzanî êdî demekê li vir dimîne û hevdîtinên xwe yên ligel hevalên xwe jî piranî li vî xanîyê pêktîne. Piştî mirina Stalîn Kurd hinekî xwe berhev dikin û ji hevdû agahdar dibin û tên e ba hev.

Di sala 1958an de li Iraqê piştî rûxandina Qraliyetê, Mele Mistefa Barzanî ligel 500 peşmergeyan vedigere Iraqê û ev yek hem di dîroka Kurdistanê de hem jî di dîroka Rojhilata Naverast de heyameke nû dide destpêkirin. Ev serdemeke gelekî girîng e. Ji ber ku karîgeriyên vê vegerê ne tenê li ser Kurdistanê bi giştî li ser Rojhilata Naverast û li ser Tirkiyê jî bandoreke gelekî mezin çêdike. Li Tirkiyê di bingeha hemû kudetayên leşkerî de wekî sedem pirsgirêka Kurd heye. Anku bo ku ew şkestina bi destê Mele Mistefa Barzanî ya ku li Iraqê pêkhatî li Tirkiyê jî bi heman awayî rû nede ew kudeta çêbûn e. Kudetaya 27ê Gulana 1960an, ya 12ê Adara 1971an ya 12ê Îlona 1980an û ya 28ê Sibata 1997an, ev kudeta hemû jî bo ku ew karîgeriyên bi destê Mistefa Barzanî li Iraqê pêkhatibûn li Tirkiyê jî pêk neyên rû dabûn. Bo ku li Tirkiyê anku li Kurdistana Bakûr jî heman tişt rû nedin ev kudate hatibûn pêkanîn. Li gorî min karîgeriyên vê yekê gelekî mezin bûn.

Beriya vê min behsa xaniyê li Moskovayê kiribû. Ew der ji bo Kurd û Kurdistanê mekaneke gelekî girîng yê bîranînê ye. Bi ya min divê Kurd bo kirrîna wî xanîyî xebatekê bidin destpêkirin. Ji ber ku ev xanî bo Kurdan gelekî girîng e.

Li gorî min hem Mele Mistefa Barzanî hem jî Barzaniyan li Kurdistan û li Rojhilata Naverast karîgeriyên gelekî girîng çêkirine. Wekî mînak li Tirkiyê sedema Kudetayan her Kurd bûn û herwiha têkoşîna ku Mele Mistefa Barzanî li başûr dayî destpêkirin bû. Lê mixabin ne rêveberiya dewleta Tirkiyê, ne siyaseta Tirkiyê, ne çapemeniya Tirkiyê ne jî zankoyên Tirkiyê bi tu awayî ev mijar bi vî awayî ne koliyan e. Ligel ku sedema van hemû kudetayan Kurd û pirsgirêka Kurdan bû lê yek ji van saziyan ev mijar bi vî awayî ne nirxandiye. Sedema vê yekê jî ev e; Kurd hertim hatibûn înkar kirin, bi zilm û zordariyê pest û fişar li wan tê kirin. Di proseyeke wiha de bo ku Kurd bi tu awayî dernekevin holê siyaseta Tirkiyê ligel çapamenî û zankoyên xwe li ser vê mijarê ranewestiyane û hê jî lêkolîneke bi vî awayî nehatiye kirin. Dema ku sedemên kudetaya 27ê Gulanê tê pirsîn dibêjin; wê demê xwendkar rabûbûn ser piyan, pergala dewletê ziyan dîtibû û pergaleke nû nedikarî bê avakirin ji loma kudeta pêkhat. Lê belê rastiya vê ne wisa ye. Di bingeha wê kudetayê de pirsgirêka Kurd û Kurdistan heye. Taybet jî bo ku têkoşîna li başûr derbasî bakûr jî nebe ev kudeta hatibûn pêkanîn. Helbet Mele Mistefa Barzanî ne kesayetekî bi tena serê xwe ye. Divê Barzanî di gor proseyekê bên e nirxandin. Proseya ji Şêx Evdilselam Barzanî, şêx Ehmed Barzanî û heta Mele Mistefa Barzanî hatî proseyeke gelekî girîng e. Herwiha wekî kesayet ez Evdilselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî û Mela Mistef Barzanî dil û can bi bîrtînim.

Hevdîtineke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Îsmaîl Beşîkçî - Arşîv

K24: Cografya û civaka Kurdistanê karîgerî û piştevaniyeke çawa li ser Şoreşa Îlonê kiriye? Û herwiha proseya siyasî ya wê demê li Kurdistanê bandoreke çawa li şoreşê kiriye?

Îsmaîl Beşîkçî: Di sala 1961an de Mele Mistefa Barzanî ji Bexdayê vedigere. Di 1958an de ihtîmala peymanekê heye. Dihat çaverêkirin ligel hikûmeta Bexda, Abdulselam Qasim peymanek pêk bihata. Lê belê ev peyman pêk nehat. Li ser vê Mele Mistefa Barzanî ji Bexdayê vedigere bo Kurdistanê, li ser rê û rêbazên têkoşîna çekdarî xebatan dike. Rewşeke wiha heye: Mele Mistefa Barzanî di 1961an de pêşî ji Barzanê heta Zaxoyê meşekê dide destpêkirin da ku ka xelk bo têkoşînê piştgiriyeke çawa dide, fîkr û ramana xelkê derbarê vê têkoşînê de çi ye baş were zanîn. Lê belê Melê Mistefa Barzanî kelecanek, hêviyekê ji xelkê nedîtiye di sala 1961na de.

Mele Mistefa Barzanî li Zaxoyê dema dixwaze eşkere bike ku xelk ji bo têkoşînê ne amade ye, li Bakur Goyî dibêjin: “Em ligel çekên xwe amade ne ku beşdarî têkoşîna te bibin û piştgiriya te bikin.” Dûvre Goyî beşdarî wê têkoşînê dibin û Mele Mistefa Barzanî li gel beşdariya Goyîyan ji Zaxoyê ber bi Barzanê ve meşekê didin destpêkirin. Dema meşê hejmara beşdaran her zêdetir bûye. Piştî piştgiriya Goyiyan gelek kes beşdarî meşê bûne. Piştre ji Barzanê ber bi Silêmanî ve meşek tê lidarxistin. Ev meş li gor ên din qelebalixtir bû. Şoreşa 9ê Îlonê bi vî awayî dest pê kiriye. Yanî proseya beşdariya xelkê bi vî awayî bû. Lê destpêka serdema vê proseyê di destê Kurdan de gelek çek tune bûn. Jixwe di wê proseyê de tu alîkarî li Kurdan nehatibû kirin. Yanî di destpêka 1960an de û di nîvê 60an de kes alîkarî li Kurdan nekiribû. Paşê em hîn bûn ku Îsraîlê di ser Îranê re alîkariyên gelek biçûk kirine. Lê rêveberiya Îranê yanî Şah nedihişt ku hemû alîkarî bigihîje Kurdan. Wek mînak, Îsraîl 10 tifing şandiye lê Îranê ji wan tifingan 2 an 3 heb dişand bo Kurdan, tifingên din jî ji xwe re dihilanî.

Fîkra Şah li ser Kurdan wiha bû: “Kurd bila li dijî Iraqê bin lê belê bila tu caran bi ser nekevin.” Ji bo vê jî alîkariya hindik û kêm ku ji Îsraîlê bo Kurdan dihat kirin ji ber Îranê bi temamî nedigihişt Kurdan. Bi ya min vê yekê tesîreke mezin li ser xelkê û şoreşa Îlonê kir.

K24: Welatên cîran yên Kurdistanê karîgeriyeke çawa li ser şoreşê nîşan daye, fikra we çiye li ser vê mijarê?

Îsmaîl Beşîkçî: Bêguman tesîra wan gelek mezin bû lê divê mirov vê yekê baş bizane. Wê demê Yekîtiya Sovyetan û Amerîka jî tê da kesî piştgiriya Kurdan nedikir. Hêzek tune bû ku li pişt Kurdan be û piştgiriya Kurdan bike. Yekîtiya Sovyetan, Amerîka, welatên Ewropa, Fransa, Brîtanya, Almanya jî têde yanî tu welatan piştgirî nedan Kurdan. Jixwe welatên Rojhilata Navîn dijminê Kurdan e. Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye tev dijmin in. Yanî Kurd li dijî dijminatiyeke wiha mezin ber xwe dane. Ev ne wekî ya Filistînê ye. Tenê yek dijminê Filistînê heye ew jî Îsraîl e. Lê hemû welatên derûdor; Misir, Erebîstana Siûdî, Iraq, Îran, Sûriye hemû piştgirî didan Filistînê. Lê piştgiriyeke bi vî awayî bo Kurdan nehate dayîn. Kurd hertim tenê bûn. Bêguman piştgiriya Îsraîlê girîng e lê heta niha ne Kurdan ne jî Îsraîlê li ser vê piştgiriyê daxuyaniyekê belav nekirine.

Îsmaîl Beşîkçî bi cilê Kurdî

K24: Gelek caran ev yek jî wekî zanyariyeke îllegal di nava civakê de derbas dibe û bi van gotinan jî dîsa pirrî caran li Tirkiyê Kurd tên armançkirin û hevkariya wan ya ligel Îsraîlê rexnekirin.

Îsmaîl Beşîkçî: Hemû welatên Ereb, dixwazin bila ji Filistînê hez bikin yan jî hez nekin lê belê wek maddî neçar in ku alîkariyê bikin. Wek polîtîk, dîplomatîk divê alîkariyê bikin. 22 dewletên Ereb, 57 dewletên Îslamî ku girêdayî konferansa Îslamî ne wek maddî û wek dîplomatîk alîkariya Filistînê dikin. Alîkariyeke wiha tu caran li Kurdan nehatiye kirin. Berevajî dewletên Îslamî, dewletên Ereb û li Rojhilata Navîn dewletên dijmin ên li derûdora Kurdan jî tim hevkarî kirin da ku têkoşîna Kurdan bê şikestin.

K24: Ez dixwazim vê yekê jî ji cenabê we bi xwe bi pirsim, gelo hûn kengî bi Şoreşa Îlonê hesiyan?

Îsmaîl Beşîkçî: Ez di sala 1963an de li Geverê leşker bûm. Wê demê têkoşîna Mele Mistefa Barzanî hebû. Em jî li ser sînor bûn. Ji xwe dema ku wê têkoşînê destpêkirî Tirkiyê yekîneyên xwe yên li ser sînor gelekî bi hêz kiribû. Wekî mînak ji baregeha Bilîsê ji Mûş û Ercîşê pîyadeyên xwe bo sînor şandibû da ku yekîneyên xwe yên li ser sînor bi hêz bike. Ez di lîwaya Bilîsê de bûm û havîna sala 1963an de jî li Geverê leşker bûm. Wê demê derbarê Kurdan de zêde agahî û pêzanînên min nebûn lê têkoşîna wan xuya bû û diyarî çav bû. Firokeyên şer yên Iraqê Kurdên deverê bordûman dikirin. Carinan ew bombeyên firokeyan li gundên ser sînorê Geverê diketin. Herwiha wê demê di navbera Kurdan bi xwe de jî rakêşiyek hebû. Wekî mînak herêma Bradostê li hember Mele Mistefa Barzanî radibû û di nava şerekî de bûn. Pevçûneke bi vî awayî jî hebû.

Beşek ji wan Bradostiyan ji ber vî şer û rakêşiyê berev Geverê ve koç kirin. Anku wekî penaber xwe spartin Tirkiyê. Ji axa Şêx Reşîdê Bradostî… Wê demê rewşeke wiha jî hebû li holê. Li aliyekê berdewam ji aliyê Tirkiyê ve ferman dihatin da ku axa Tirkiyê wekî rêyeke hatûçûyê neyê bikaranîn. Ji ber ku di sala 1947an de ev dever wekî derbasgehek hatibû bikaranîn. Di sala 1947an de anku di serdema Mahabadê de Mele Mistefa Barzanî ligel yekîneyên xwe pêşî derbasî Îranê bûbû piştre jî ji wir derbasî Yekitiya Sovyetê bûbû. Ev yek jî bi ser Geverê re pêk hatibû. Tirkiyê jî yan bo desteserkirina Mele Mistefa Barzanî yan jî bo astengkirina hatûçûyeke bi vî rengî ferman dabû leşkeran ku destûr nedin vê yekê.

Şoreş di 9ê Îlona 1961an de destpêkir û di sala 1963an de jî têkoşîn bi awayekî tûnd berdewam dikir. Li gor fikra min Kurdên wê herêmê bi awayekî veşartî gelek harîkarî dan Barzanî. Ji wan re xwê, şekir, gore, gaz dişandin.

K24: Me di bîranînên we de jî xwendin…

Îsmaîl Beşîkçî: Belê di wir de jî min behsa vê yekê kiribû.

K24: Belê di wan bîranînên we de tiştekî bala min kişand. Di serdemeke wisa de ku Kurd, wekî ku nîn in dihatin hesibandin hûn jî li wê derê li herdû aliyên sînor dibin şahidê axaftinekê. Dema ku hûn rastî Pêşmereyekî tên. Gava em van dixwînin yan jî lê difikirin ev serborî li ser me jî karîgeriyeke mezin çêdike. Herwiha ew serdema destpêka şoreşa 9ê Îlonê, ji sala 1961an hetta 1963an di heman demê de rastî wan salên leşkeriya we jî tên ez dibêm.

Îsmaîl Beşîkçî: Belê di sala 62an de jî ev yek hebû lê ez di sala 63an de li Şemzînanê bûm. Lê belê di sala 62an de jî Yekîneyên Pêşmergeyan li wê derê bûn.

Hevdîtina Serok Barzanî û Îsmaîl Beşîkçî - Arşîv

K24: Yanî tam di wê demê de Pêşmerge jî li wê dere bûn. Anku ew Yekîneyên girêdayî Barzanî û hûn di heman demê de li ser sînorê Şemzînanê û rastî hev hatine.

Îsmaîl Beşîkçî: Herwiha wê demê Dewleta Tirkiyê wêneyê Mele Mistefa Barzanî li eşîrên li deverê belav kiribû. Ew wekî nijdevan destnîşan dikirin û di gotin “hûn wî li kuderê bibînin desteser bikin û ew kesên ku wî desteser bikin û radestî dewleta Tirkiyê bikin dê werin xelat kirin.” Wê demê derbarê Kurdan de zanyariyên min kêm bûn lê belê min dîsa jî xwe bi her awayî radestî bîrdoziya dewletê nekiribû.

K24: Gelo tê bîra we bo desteserkirina wî çi xelat hatibû destnîşankirin?

Îsmaîl Beşîkçî: Nizanim! 25 hezar dolar bû, ka çi bû.

K24: Anku xelata pareyan bû?

Îsmaîl Beşîkçî: Belê belê, pareyeke zêde bû!

K24: Bi rastî jî serincrakêş e!

Îsmaîl Beşîkçî: Jê re digotin “Nijdevan”

K24: Ji xwe êdî Nijdevan jî bi rêya filman tên e nîşandan.

Îsmaîl Beşîkçî: Wê demê derbarê Kurdan de zêde zanyariyên min nebûn. Lê di warê bîrdoziya fermî de jî zêde teslîmiyeta min nebû.

K24: Wê demê hûn li ser sînor rastî Pêşmergeyekî tên. Lê wan deman li bajaran ji were tê gotin ku “Kurd nîn e, zimanekî Kurdî nîn e û bi vî awayî perwerdehiyek tê dayîn. Lê hûn tam di wê serdemê de rastî wê yekê tên ku bi saya wergervanan ligel Kurdan pêwendî tên e danîn...

Îsmaîl Beşîkçî: Ji Qersê ji Arpaçaya Erdaxanê leşkerekî Kurd hebû. Dema me keşif dikir, em ji sînorê derbas bûne. Di her kîlometreyekê de li ser sînorê kevirek hebû. Lê ev gelek ne zelal bû. Em jî pê nehesiyane ku ji sînor derbas bûne. Nêzîkî 400-500 metre em ji sînor derbas bûne. Wê demê Pêşmergeyekî gotibû: “Evder ne herêma we ye.” Min jî axaftina Pêşmerge fehm nekiribû. Wê demê leşkerê Arpaçayî destûr xwest ku pê re biaxive û axivî. Wê çaxê ez bi tiştekî hesiyam. Wan çaxan li Enqereyê digotin: “Kurd tune, zimanê wan tune ye. Kurdekî li pêş çiyayê ji zimanê Kurdekî din ê li pişt çiyayê fehm nake.” Piştre ez pê hesiyam ku Kurdê herêma Arpaçay û Kurdê herêma Barzan ku navbera wan de 700 kîlometre heye lê hevdu gelek baş fehm kirin û gelek baş axivîn. Ev rûdan di jiyana min de cîhekî gelek girîng digire. Çimkî wê çaxê înkar û red hebû, dadgeh, zanîngeh, medya hemû Kurd înkar dikirin û zimanê Kurdî red dikirin, nas nedikirin. Loma bi Kurdî têgihiştina du Kurdên ku 700 kîlometre dûrî hev in gelek girîng bû bo şikestina politikaya înkar û redkirina Kurdî jî û hurguliyeke gelek girîng bû.

K24: Gava em lê dinêrin ev yek li me jî gelekî serincrakêş tê.

Îsmaîl Beşîkçî: Ji ber ku wê serdemê înkarkirineke gelekî mezin hebû. Dadgehan red dikir, zankoyan red dikir, çapemeniyê red dikir. Digotin zimanekî bi navê Kurdî nîn e û ev yek bi awayekî berdewam dihate dupatkirin. Lê hûn jî li wir dibînin ku 2 Kurdên şeşsed-hefsed kîlometreyan ji hev dûr bi awayekî gelekî xweş û asan bi hevdûre diaxivin û ji hevdû fêm dikin.

 

Ev vîdyoya li jêr, hevpeyvîna Kurdistan24ê bi Îsmaîl Beşîkçî re ye. Hevpeyvîn bi zimanê Tirkî ye: