Li Stenbolê pêşangeha pirtûkan hat vekirin

Ji ber metirsiya virûsa Koronayê gelek weşanxane bi awayekî online beşdarî pêşangehê bûn.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê piştî demeke dirêj di proseya pandemiyê de pêşangeha pirtûkan dest pê kir. Weşanxaneyên Kurdî jî tê da ji gelek welatên cuda hejmareke zêde weşanxane di pêşangehê de cîh digirin. Pêşangeh bi gotûbêj û bernameyên Kurdî û çend ji zimanên cuda heta hefteyekê dê berdewam bike.

Pêşangehên pirtûkan ku salane li Stenbolê di asta navdewletî de bi rêk û pêk dihat sazkirin di proseya pandemiyê de piştî demeke dirêj li avahiya mala edebiyat a vî bajarî hat vekirin.

Weşanxaneyên Kurdî jî tê da ji welatên ji hev cuda gelek weşanxane bi berhemên xwe yên kultirî û edebî di pêşangehê de cîh digirin.

Weşanger Şerîf Yaşar ji K24ê re got: “Ji zû da ye ji ber Koronayê xwendevan ji pêşangehan dûr ketibûn. Niha em vegeriyan. Me jî bêriya xwendevanan kiribû. Niha jî xwendevanên Kurd tên pêşangehê û bala xwe didin ser berhemên Kurdî û em pê kêfxweş in.”

Ji ber metirsiya virûsa Koronayê gelek weşanxane bi awayekî online beşdarî pêşangehê bûn.

Xwendevan Eda Sezgîn ji K24ê re got: “Ji bo me, pêşangehên wiha girîng in. Çimkî em xwendevan li vir li gel nivîskar û weşangeran li ser edebiyata gelek welatan dikarin suhbet bikin û em bi hêsanî xwe digihînin her cure pirtûkan.”

Pêşangeha pirtûkan heta 18ê Îlonê bi gotûbêjên edebî dê berdewam bike. Roja dawî ya pêşangehê dengbêjên Kurd wê bernameyekê saz bikin.