Qamişlo.. Çekdarên rêjîma Sûriyê dest danîn ser 2 dibistanan

Dibistan
Dibistan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve destê xwe datînin ser du dibistanan û hewl didin wan bikin baregehên leşkerî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li taxa Zinod a Qamişlo, hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve xwendekar û mamoste ji her du dibistanan Mihemed Ebid Xelef û Ehmed El-Hesen derkirin û destê xwe danîn ser wan.

Li gor Rewangehê belav kiriye, ew hêza ser bi rêjîma Sûriyê ve, dixwaze wan her du dibistanan bikin baregehên leşkerî.

Destnîşan kir jî, xelkê wê taxê ji vê karê wê hêzê dilgiran in û ji Rêveberiya Xweser daxwaz dikin, vê pirsgirêkê çareser bikin, bi taybet ku werzê perwerdeyê nû dest pê dike.

Li hin taxên bajarê Qamişlo, bi taybet li taxên ku piraniya niştecihên wan Erebî in, baregehên çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve hene û car caran şer û alozî di navbera wan û hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve derdikevin.