Serok Barzanî û Balyozê Siûdiyê gefên terorê guftûgo dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro Yekşem 12.09.2021 pêşwazî li Balyozê Siûdiye li Iraqê Abdulezîz Bin Xalid El Şemerî kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Siûdiye li Iraqê silavên Şah Selman Bin Abdulezîz Paşayê Siûdiye û Emîr Mihemed Bin Selman Cîhnişînê Siûdiye bi Serok Barzanî gihand û tekez li wê yekê kir ku aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo welatê wan gelek girîng e.
Her wiha Serok Barzanî spasî Şahnişînê Siûdiye û Şah Selman kir ku di şerê terorîstên DAIŞê da palpiştê gelê Kurdistanê bûn.
Her di vê hevdîtinê de tekez li ser dostayetî û peywendiya dîrokî ya di navbera her du aliyan û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişînê Siûdiye kirin.
Gefên terorê li ser aramiya navçeyê mijareke din a vê hevdîtinê bû.