Amerîka bi tundî êrîşa li ser firokxaneya Hewlêrê şermezar dike

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê bi tundî êrîşa li ser Firokxaneya Hewlêrê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê radigihîne, ew bi tundî êrîşa li ser Firokxaneya Hewlêrê şermezar dikin û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo lêkolîn û aşkerekirina êrîşkeran.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand: “Em bi tundî êrîşa bi droneyan a li ser Herêma Kurdistsanê şermezar dikin. Ev êrîşên berdewam, li ser serwerî û aramiya Iraqê gef in.”

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê ragihand jî: “Piştevaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê di lêkolînên wê yên ji bo destnîşankirina berpirsên êrîşê de dikin. Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka berdewam e li ser pabendbûna bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di hewlên wê yên ji bo parastin û vegerandina aştî û aramiyê de.”

Ev di demekê de ye, piştî demjimêr 12:00ê şevê, bi riya çend droneyên bombekirî, êrîşî li ser firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.

Dijeterora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de askere kir, êrîş bi riya du droneyên bombekirî re hate kirin û ti ziyanên canî di encamê de nebûn.