Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 127 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 127 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha tenê kesek ji vê nexweşiyê baş bûye

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 22958 kesan, ji wan 2013 kes baş bûne û 804 kesan jî canê xwe ji dest dane.