Lêkolînerekî Amerîkî: Bexda dixwaze rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê sînordar bike

Paul Davis got: Divê Amerîka li Iraqê bimîne ji bo parastina Herêma Kurdistanê û rola wê di Iraqê de.

Navenda Nûçeyan (K24) – Lêkolînerê Amerîkî Paul Davis ji K24ê re ragihand, hilbijartinên Iraqê gaveke bo pêşveçûnê ye, lê demokrasî kultur e û divê kar li ser were kirin. Got jî: “Li Bexdayê hizrek heye kar li ser sînordarkirina rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê dike.”

Derbarê proseya hilbijartina pêşwext ên Iraqê de, Lêkolînerê Amerîkî Paul Davis got: “Bawer nakin ti guhartinên mezin li Iraqê çêbibin. Lê rola Îranê di siyaseta Iraqê de zêde dibe, bi taybet di van şert û mercên piştî vekişîna Amerîka ji Efxanistanê de derketine holê.”

Paul Davis got jî: “Divê her hilbijartin bêne kirin, ji ber ku gavek ji bo bo pêşveçûnê ye. Her çiqas demokrasî kultur e, berî ku bibe proseyek.”

Destnîşan kir jî: “Eger guhartinek di hilbijartinan de bibe, dê bi biçûk be. Hêzên siyasî dê bimînin. Ez arasteyekê dibînim ku li Bexdayê kar ji bo lawazkirina Kurd, rola Serok Barzanî û Kurdistanê tê kirin. Divê Amerîka li Iraqê bimîne ji bo parastina Herêma Kurdistanê û rola wê di Iraqê de.”

Herwiha got: “Herêma Kurdistanê pêwendiyên wê yên taybet bi Amerîka re hene, lê dema berî çend salan Iraqê destê xwe danî ser Kerkûkê, Amerîka ti tiştek nekir, ev yek jî pirs li ser vê pêwendiyê dirust dike. Herêma Kurdistanê ne li dijî Amerîka ye, lê belê dosta Amerîka ye û divê ev pêwendî bi pêş ve biçin.”