Li Herêma Kurdistanê 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê heta niha zêdetir ji 276 hezar kes ji Koronayê baş bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 1627 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1627 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 440 kes li Hewlêrê, 372 kes li Silêmaniyê, 408 kes li Duhokê, 48 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 33 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1627 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 311889

Mirin: 5614

Başbûn: 276431

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.