Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir

Îro merasîma destbikarkirina Patriyark Mar Awa yê Sêyem weke Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî li Enkawa birêve çû.
Patriyark Mar Awa yê Sêyem û Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Patriyark Mar Awa yê Sêyem û Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 13ê Îlona 2021ê di pêwendiyeke telefonî de bi boneya hilbijartin û destbikarkirina weke Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî, pîrozbahî li Patriyark Mar Awa yê Sêyem kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Mar Awa xwest û pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşvebirina kultura pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cûr bi cûr ên Herêma Kurdistanê car din anî ziman.

Patriyark Mar Awa yê Sêyem spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û pêzanînên xwe ji bo piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo azadiya olî û parastina mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê nîşan da.

Îro duşemê 13ê Îlona 2021ê merasîma destbikarkirina Patriyark Mar Awa yê Sêyem weke Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî li Enkawa birêve çû.