Serokê Baroya Diyarbekirê: Parêzer û rêveberiya baroyê rastî êrîşa polîsan hatin

Baroya Diyarbekirê ragihand ku di dema dîtina doza Seroka Şaredariya Nisêbînê ya kevn Ayşe Gokkan de polîsan û şandeya dadgehê gotinên kirêt ji parêzeran re gotine.
author_image Mahîr Yuksel
Baroya Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist, wêne: K24
Baroya Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Baroya Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku di dema dîtina doza Seroka Şaredariya Nisêbînê ya kevn Ayşe Gokkan de polîsan û şandeya dadgehê gotinên kirêt ji parêzeran re û Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren re gotine.

Baroya Diyarbekirê li ber deriyê Avahiya Dadê ya Diyarbekirê bi tevlîbûna parêzeran civînek çapemeniyê li dar xist.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren ve hat dayîn. Nahît Eren da zanîn ku dema doza Seroka Şaredariya Nisêbînê ya kevn Ayşe Gokkan de polîsan û şandeya dadgehê gotinên kirêt ji parêzerên dozê re gotine û li ser vê yekê Serokê Baroya Diyarbekir û rayedarên baroyê çûne salona dadgehê, lê serokê şandeya dadgehê û polîsan heman helwest bo Serokê Baroya Diyarbekir û rayedarên baroyê jî nîşan dane û tundiya fîzîkî jî li wan kirine ku bi milên wan girtine û wan dehf dane û ji salonê derxistine.

Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren amaje kir ku Baroya Diyarbekirê ti caran helwestên wisa qebûl nekiriye û serî li hember van helwestan netewandiye û derbarê polîs û şandeya dadgehê de jî serî li dozgeriyê dane.

Herwiha Nahît Eren bang li Wezîrê Dadê û Lijneya Dadwer û Dozgeran kir ku berpirsên bûyerê ji kar werin dûrxistin.