Balyozê Amerîkayê: Em ê ligel Pêşmerge ji bo jiholêrakirina DAIŞê helmetek encam bidin

"Biden beriya niha gotiye ku asayîşa Iraqê, asayîşa Rojhilata Navîn e"
Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. Tueller
Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. Tueller

Hewlêr (K24) – Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. Tueller ragihand; di dawiya îsal de helmetek ji bo jiholêrakirina DAIŞê li Iraqê dê were encamdan û piştre rola Amerîkayê ber bi qonaxeke din gav biavêje.

Matthew H. Tueller diyar kir; di dawiya îsal û dema vekişîna artêşa Amerîkayê de, Tehran dê hewl bide ku valahiyê tije bike.

Tueller destnîşan kir; her pêkhateyek alîgirê Îranê be, li dijî Washingtonê ye, Biden beriya niha gotiye ku asayîşa Iraqê, asayîşa Rojhilata Navîn e.

Balyozê Amerîka yê li Iraqê tekez dike; di dawiya îsal de hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê helmetek ji bo jiholêrakirina çekdarên DAIŞê dê encam bidin, rola Amerîkayê di vê helmetê de dirustkirin û bihêzkirina artêşa Iraqê ye, da ku garantî bikin ku DAIŞ car din venagere.

Herwiha destnîşan kir; hêzên Pêşmerge û hêzên hevbeş ên Iraqê beşdar bûn di têkbirina DAIŞê de, ji aliyê xwe ve Amerîka zanyariyên îstixbaratê dide wan her du artêşan, ku di sala 2014an de serkeftineke mezin bi dest xistin.

Matthew H. Tueller ragihand ku ew êrîşên ser Hewlêrê şermezar dike, ku ev êrîş gef in ji bo îstiqrar û asayîşa temamê Iraqê.

Tueller diyar kir; cîranên Iraqê hewl didin milîsan çalak bikin, hemû pêkhateyên alîgirên Îranê, li dijî Amerîkayê ne.