Serok Barzanî pîrozbahî li Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir

Kurdistan wek tabloya xweşik a pêkvejiyan û azadiya olî û bîr û ramanê dimîne.
Patriyark Mar Awa yê Sêyem û Serok Barzanî
Patriyark Mar Awa yê Sêyem û Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya destnîşankirina Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî li cîhanê, pîozbahî li Patriyark Mar Awa yê Sêyem kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Peyama pîrobahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta destnîşankirina Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî li cîhanê, pîrozbahiyê li Qedasetê Patriyark Mar Awa yê Sêyem dikim û ji bo wî hêviya serkeftinê dixwazim.

Hêvîdar im destbikarbûna Qedasetê Patriyark Mar Awa yê Sêyem bibe sedema pêşxistin û kûrtirbûna kultura pêkvejiyana di navbera pêkhatan û aştî û aramiya navçeya me û cîhanê.

Her li vir da tekez li wê yekê dikim ku Kurdistan wek tabloya xweşik a pêkvejiyan û azadiya olî û bîr û ramanê dimîne û hîç hêzek nikarê wê aştî û xweşikî û pêkvejiyanê têk bide.

Mesûd Barzanî

13.09.2021