Li Tirkiyê 231 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 231 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 13ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 24 hezar û 613 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha di 24 demjimêran de 26 hezar û 52 kes baş bûne.