Xelkê Kerkûkê ji bo asayîbûna rewşa bajêr li benda PDK û Serok Barzanî ne

Namzedê PDKê yê Kerkûkê soz dide ku li Parlamentoya Iraqê ji bo serxistina mafên wan dê bixebite

Kerkûk (K24) – Xelkê Kerkûkê ji bo asayîbûna rewşa bajêr li benda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serok Mesûd Barzanî ne. Namzedekî PDKê yê Kerkûkê jî soz dide ku li Parlamentoya Iraqê ji bo serxistina mafên wan dê bixebite.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) destpêka karê siyasî û dîplomasî, bi vekirina ofîsên xwe yên bangeşeya hilbijartinan li Kerkûkê dest pê kir.

Namzedê PDKê yê Kerkûkê Şaxewan Ebdullah tekez dike ku di siberojê de pêngavên mezintir li pêş e û cîbicîkirina daxwazên xelkê Kerkûkê dê li pêşiya karên wî be.

Kurd ji berê ve li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê rijd e û şoreş û raperînên xwe jî ji bo azadbûna Kurdistanê tevî Kerkûkê kiriye, niha jî hewla serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê ber bi arasteya vegerandina mafên xelkê Kerkûkê ye.