Nivîskar Mihemed Qasim Husên li Hewlêrê koça dawiyê kir

Nivîskar Mihemed Qasim Husên
Nivîskar Mihemed Qasim Husên

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û kesayetiya niştimanper ê bajarê Dêrikê Mihemed Qasim Husên ji ber vîrûsa Koronayê duhî di temenê 70 saliyê de li Hewlêrê koça dawiyê kir.

Nivîskar Mihemed Qasim Husên ji dayikbûna sala 1951ê li bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye û derçûyê fakulteya Lêkolînên Felsefî û Civakî a zanîngeha Şamê di sala 1978an e.

Mihemed Qasim Husên heta sala 1993an mamostetî kir û piştre dest bi nivîsandinê kir. Pirtûkeke wî ya çapkirî li ser Barzaniyê Nemir, "Jînenîgarî û Meşek" heye, tê de behsa Şoreşa Îlonê dike. Herwiha gelek gotarên di warên siyasî, civak, wêjeyî û felsefî nivîsîne.

Li gor zanyariyan, termê nivîskar Mihemed Qasim Husên dê li bajarê Dêrikê bi xakê were sapartin.