Pêşangeha Ahmet Ogut ê Farqînî li Stenbolê vebû

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Hunermendê Kurd Ahmet Ogut ê Diyarbekirî ku heta niha bi berhemên xwe yên ciyawaz beşdarî bi sedan pêşangehên navdewletî bûye û gelek xelat wergirtiye li Stenbolê pêşangeheke hunerî vekir û tê da balê dikêşîne ser çîrokên Kurdên ji welatê xwe koç dikin welatekî din.

Hunermendê Kurd Ahmet Ogut ê ji Farqîna Diyarbekirê ye ku heta niha bi dehan pêşangeh vekirine û bi berhemên xwe beşdarî bi sedan pêşangehên navdewletî bûne li Stenbolê bi pêşangeheke hunerî çîrokên biçûk radixe ber çavan lê tê da manayên mezin jî nîşan dide bi taybet li ser Kurdan.

Hunermend Ahmet Ogut ji K24ê re got: “Ji bo min ev pêşangeheke gelekî girîng e. Ev 5 sal in ez li ser dixebitim. Wekî gelek Kurdan gava ku ji Amedê ber bi Stenbolê ve bi otobêsan min rêwitî dikir, vê yekê hestên ji hev cuda li min peyda dikir. Min di pêşangehê de hinekî balkişande ser vê yekê jî. Bîranînên erdnîgarî yên civaka Kurdan bi şêwazên cuda yên teknikî-hunerî radixim ber çavan.”

Bi vê otobêsa sekinandî lê paldanken tê da tim dizivirin Kurdên ji gund û bajarê xwe derdikevin û koçî welatekî biyanî dibin tê tesewirkirin û di wê rêwitiyê de prosedurên ji hev cuda yên du welatan jî bi merivan dide hizirkirin.

Beşdarê pêşangehê Firat Yilmaz got: “Di pêşangeha Ahmet Ogut de dîtina otobêseke ecêb û dîzaynkirina çend karên din ên hunerî bo min suprîzek bû. Guhertinên li ser bajarê û tesîra van guhertinan li ser mirovan baş hatiye nîşandan.”

Di vê jûrê de ku karîgeriya giraniya erdê tê da nîn e, bi bikaranîna şêwazên ciyawaz bal tê kişandin ser hurguliyên biçûk ên jiyana rojane.

Pêşangeha hunermendê Kurd heta 3ê Cotmehê dê vekirî be.