Amerîkayê piştevaniya xwe ji bo diyaloga Kurdî – Kurdî cardin anî ziman

Amerîka ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê daxwaz dike ku rasterast dest bi gotûbêjan bikin.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood

Hewlêr (K24) – Amerîka ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê daxwaz dike ku rasterast dest bi gotûbêjan bikin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood ragihand: “Em piştevaniya îdareyeke Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin.”

Ev di demekê de ye ku bûye demeke dirêj danûstandinên navbera aliyên siyasî yên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê rawestiyane. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li ser sedema rawestana danûstandinan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tohmetbar dike û dibêje ku PYD fermanê ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) werdigre û PKK jî razî nabe rêkeftineke Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çêbibe.