Karwaneke Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê hat bombebarankirin

Firokeya ku nehatiye naskirin, karwana Heşda Şeibî bi 4 mûşekan bombebaran kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Karwaneke otomobîlên Heşda Şeibî li navçeyeke ser sînorê Iraq û Sûriyê de ji aliyê firokeyeke nenaskirî ve hat armanckirin.

Medyaya Iraqî şeva borî belav kir, di bombebaranê de 3 otomobîlên çekdarên Heşda Şeibî hatin şikandin û şewitandin, bêyî ku amaje bi ziyanên canî bike.

Hat diyarkirin, firokeya ku nehatiye naskirin, karwana Heşda Şeibî bi 4 mûşekan bombebaran kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto tekez kir, wan roja 14ê vê mehê ti êrîş li herêma Bokemalê pêk neanîne.

Pêştir çendîn caran baregehên Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê ji aliyê Amerîka ve hatine bombebaran.