Champions League.. Encamên balkêş ji Barcelona û Man United

Ji lîstika Barcelona û Bayern Munich
Ji lîstika Barcelona û Bayern Munich

Navenda Nûçeyan (K24) – Lîstikên destpêkê yên gera yekemîn a koman a Champions League ya werzê (2021-2022) bi encamên balkêş bi dawî bûn, bi taybetî têkçûna Manchester United û Barcelona.

Di çarçoveya Koma (E) de, Tîma Barcelona şeva borî li stadiuma Camp Nou mêvandariya Bayern Munich kir û bi encama (0 – 3) têk çû.

Destpêkê Thomas Muller di xuleka (34) de û piştre Robert Lewandowski di xulekên (56 û 85) de golên Bayern Munich tomar kirin.

Bayern Munich bû yekem tîma ku di dîroka Lîga Champions League de sê caran li ser hev Barcelona têk dibe.

Di lîstikeke din a koma (F) de tîma Young Boys a Swîsrî mêvandariya Manchester United a Îngilîzî li stadiuma Suisse Wankdorf kir û bi encama (2-1) bi ser ket.

Destpêkê Cristiano Ronaldo gola Man United di xuleka (13) de tomar kir. Lê di nîvê duyem de tîma Young Boys gola wekheviyê bi riya Nicolas Moumi Ngamaleu di xuleka (66) de tomar kir, piştre jî di xuleka 90+5 de Jordan Siebatcheu gola serkeftinê tomar kir.

Encamên lîstikên din jî wiha bûn:

Sevilla (1 - 1) Salzburg

Dinamo Kiev (0- 0) Benfica

Villarreal (2 - 2) Atalanta

Lille (0 - 0) Wolfsburg

Malmo (0 - 3) Juventus

Chelsea (1 - 0) Zenit